Ciwanên Kurd buroya kovara Der Spîegel dagir kirin
Ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê, ciwanên Kurd buroya kovara Der Spîegel a li bajarê Elmanya Hambûrgê dagir kirin.
Ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê, ciwanên Kurd buroya kovara Der Spîegel a li bajarê Elmanya Hambûrgê dagir kirin.
Ciwanên xwedî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG'ê ketin hundirê avahiyê û diyar kirin, ku ew dixwazin bi rayedarên kovarê re hevdîtinê bikin.
Di hevdîtina li vê derê de ciwanan li ser hovîtiya rejîmam AKP li Kurdistanê dike agahî dan rayedaran û dosyayek di vî warî de pêşkêş kirin.
Ciwanan dan xuyakirin ku gelê Kurdistanê bi çekên Elman tên qetilkirin û anîn ziman ku ew dixwazin êdî Elmanya qedexeya li ser PKK'ê rake.
Ciwanan bang li çapemeniya Elman kirin ku bala xwe bidin ser mijarê û dan zanîn, ku çalakiyên wan ên ji bo balkişandinê wê bidomin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Panzerên Elman bicehimin ji Kurdistanê" bi dawî bû.
Li Hambûrgê wê roja Şemiyê saet di 15:00 de li Hachmannplatzê bi pêşengiya ciwanên Kurd bi dirûşma "Bêdengî erêkirin e! Em dengê xwe bilind bikin!" meşek bê lidarxistin.