Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yildiz bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê yek ji 12 gerîlayên HPG'ê Esmer Yildiz (Argeş Colemêrg) ê li Wanê hat înfazkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Di merasîmê de hat destnîşankirin, ku gelê Kurd wê ti carî serî netewîne.
ANF
WAN
şemî, 16 rêbendanê 2016, 12:43
Cenazeyê yek ji 12 gerîlayên HPG'ê Esmer Yildiz (Argeş Colemêrg) ê di dawiya hefteyê de li maleke li Wanê ji aliyê hêzên dewletê ve hat înfazkirin, ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat wergirtin û anîn Wanê. Cenazeyê ku ji Mala Serxweşiyê ya Cevdet Paşa hat rakirin, bi konvoyeke ji sedan wesayîtî, anîn ber Meclîsa Yenî Mahalle. Girseya gel li vê derê cenaze hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" bir Şehîdgeha Yenî Mahalle.
Li şehîdgehê, piştî duayan ji bo bîranîna şehîdên aştî û azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî cenaze hat veşartin, Hevseroka MEYA-DER a Wanê Nerîman Ûral axivî û destnîşan kir, ku gelê Kurd wê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernede.
'GELÊ KURD WÊ TI CARÎ SERÎ NETEWÎNE'
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan jî got, "Li hemberî gelê Kurd wehşeteke mezin tê kirin. Polîtîkayên faşîst ên 90 salan, di dema AKP'ê de dijwartir bûn. Akademîsyenên xwedî wijdan, mamosteyên dibêjin 'bila zarok nemirin' dibin hedefa Serokkomar Erdogan û AKP'ê. Ji ber ku ji Erdogan û AKP'ê re gotin, 'Em ê nebin şirîkê gunehên te', rastî gefên mafya û çeteyan tên. Lîderên rêxistinên gunehan dikin, êdî li Tirkiyeyê bûne 'mirovên maqûl'. Di dîrokê de nemrûdên mezin wenda kirin. Gelê Kurd wê serî li ber we netewîne. Gelê Kurd jî wê di nava malbata mirovahiyê de cihê xwe bi serbilindî bigire."
Bavê gerîlayê HPG'ê Yildiz Abdûrrahman Yildiz jî got, "Şehîd şehîdê tevahiya gelê Kurd e. Bila serê gelê Kurd sax be."