2 zarokan li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin definkirin
Li navçeya Cizîrê zarokên bi navê Yusuf Akalin (12) û Buşra Akalin (10) ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin, hatin definkirin.
Li navçeya Cizîrê zarokên bi navê Yusuf Akalin (12) û Buşra Akalin (10) ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin, hatin definkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê duh topên hewanê avêtibûn maleke li taxa Dagkapi û zarokên bi navên Yusuf Akalin (12), Dîlan Akalin (8) û Buşra Akalin (10) bi giranî birîndar bibûn. Ji zarokên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û ji wir jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê Yusuf Akalin û Buşra Akalin jiyana xwe ji dest dabûn.
LI CIZÎRÊ HATIN DEFINKIRIN
Cenazeyên zarokan anîn Cizîrê û li goristana Taxa Dagkapi hatin definkirin. Tenê malbat tevlî definkirina cenazeyan bûn.
Hate hinbûn ku rewşa Dîlan Akalin giran e û xetereya wê ya jiyanê didome.