Polîsên Tirk ên li Geverê diavêjin ser dikanan, mirovan binçav dikin
Polîsên tîmên taybet ên Tirk, li Geverê yek bi yek diavêje ser dikanan û mirovan binçav dikin.
Polîsên tîmên taybet ên Tirk, li Geverê yek bi yek diavêje ser dikanan û mirovan binçav dikin.
Polîsên tîmên taybet ên Tirk, ku bi maşînên zirxî sûka navçeya Colemêrg Geverê dorpêç kirine, diavêjin ser dikanan. Xaçerêya Eskî Cezaevî û navenda sûkê bi panzer û maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra hatine girtin. Polîsên tîmên taybet ên rûyê xwe bi maske girtine, li dikanan kontrola nasnameyan dikin. Hat ragihandin ku heta niha gelek kes hatine binçavkirin.
Navenda Kar a Zagros jî ji aliyê 3 otobusên polîsan ên zirxî û 7 maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra ve hatiye dorpêçkirin. Polîsên Tirk her wiha heqaretê li gel dikin.