Dewleta Tirk li Nisêbînê heta danê sibehê êrîş kir
Li Nisêbînê, hêzên dewleta Tirk heta danê sibehê bi çekên giran êrîşî taxên berxwedanê kirin.
Li Nisêbînê, hêzên dewleta Tirk heta danê sibehê bi çekên giran êrîşî taxên berxwedanê kirin.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku berxwedana lê bi mehan e didome, êrîş û dorpêçiya dewletê jî dewam dike. Maşînên zirxî yên li derdora taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê bi cih bûn, ji nîvê şevê heta ber destê sibehê gule li taxên berxwedanê reşandin.
Ji ber gulereşandinê tiştek bi kesî nehat, lê belê zerar li gelek xaniyan çêbû.