Mele Bakî Kûtlû yê ku ji ber piştevaniya berxwedana gel a xwerêveberiyê ji aliyê çapemeniya şer a AKP'ê ve hedef hat nîşandan û piştre jî hat girtin, vê carê jî bi hinceta ku sedema girtina wî ne siyasî ye bi zorê xistin nava girtiyên edlî.
Ji ber ku parastina berxwedana xwerêveberiyê kiribû Mele Bakî Kûtlû di encama êrîş û manîpulasyonên çapemeniya AKP'ê, di 1'ê Çileyê de li Şirnexê hatibû girtin. Hate zanîn ku Kûrtlû di 14'ê Çileyê de bi hinceta ku bi dozger re hevdîtina wî heye ji odeyê hatiye derxistin û piştre jî bi darê zorê ew xistine nav girtiyên edlî. Çapemeniya AKP'ê vê carê jî di tora civakî de derewa "Mele ji odeya girtiyên siyasî reviya" belav dikin.
Kûtlû, der barê propagandaya reş de bi rêya parêzerên xwe daxuyanî da û da zanîn ku di 14'ê Çileyê de dadgeha înfazê bang li wî kiriye û bi hinceta ku sedema girtina wî ne siyasî ye xwestine ew neqlî qawîşa girtiyên edlî bikin. Kûrtlû got ku tevî ku wî qebûl nekiriye jî bi zorê ew birine qawîşê.
Kûtlû di daxuyaniya de wiha got: "Nehiştin ez ji hevalên xwe xatir bixwazim û eşyayên xwe yên şexsî jî bigirim. Bi zorê ez birim qawîşa girtiyên edlî. Ez dixwazim hemû gelê me û raya giştî zanibe ku bêyî vîna min ez bi zorê anîm qawîşa edliyan."