Êrîşên li Sûrê dewam dikin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di roja 46. a dorpêçî û terora dewleta Tirk de, bi tank û topan êrîş li hemberî taxên Sûrê tên kirin. Ji duh bi şev û vir ve jî, bi çekên giran gule lê tên reşandin.

Di êrîşên li herêma Mizgefta Arap Şeyh, Mizgefta Kûrşûnlû ya Taxa Fatîhpaşa û Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf de, hat ragihandin ku 2 kesên navên wan nehatine hînbûn jiyana xwe ji dest dane.
Êrîş duh bi şev li derdora Minareya Çarling giran bû. Tevî êrîşên bi top, bombeavêj û tankan, bi çekên giran gule li taxan tên reşandin. Bi tankên li herêma Deriyê Mêrdînê bi cih bûye re, ji duh bi şev û vir ve top li Mizgefta Arap Şeyh, Mizgefta Kûrşûnlû ya li Taxa Fatîhpaşa û derdora Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf tên barandin.
Ji Taxa Cemal Yilmaz a li dora Deriyê Mêrdînê, hêzên dewleta Tirk xwestin xwe berdin nava Taxa Hasirli. Li ser bersivdayîna Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de, hêzên dewletê bi dijwarî bombe li van herêman barandin.