Li Cizîrê berxwedana li dijî êrîşan mezin dibe

Li Cizîrê, êrîşên dewleta Tirk ên duh bi şev zêde bûn, dewam dikin. Hêzên dewleta Tirk tevî ku xaniyan didin ber xwe û hewl didin bi hilweşandina xaniyan bi pêş de biçin, nikarin bi YPS'ê.

Berxwedana Cizîra Botan a li hemberî êrîşên terorane yên dewleta Tirk, di roja 34. de dewam dike. Hêzên dewleta Tirk ên nikarin li pêşberî berxwedanê bi pêş de biçin, ji ber vê rewşa xwe ya têkçûyî êrîşî taxên xendek lê nîne, dikin. Tevî êrîşa bi tank û topan a li hemberî taxên berxwedanê Cûdî û Nûrê, hêzên dewleta Tirk êrîşî navenda bajêr û taxên li derdorê yên ku xendek lê nîne û bi hezaran sivîl lê dijîn, kirin.

Hêzên çekdar ên dewleta Tirk ku li hemberî xweparastina YPS'ê li taxên Cûdî û Nûrê nikarin bi pêş de biçin, bi çekên giran, tank û topan êrîşî navenda navçeyê û taxên derdorê kirin. Ji ber êrîşan gelek xanî, hilweşiyan.

Berxwedana hêzên YPS'ê ya li hemberî êrîşan her mezin dibe.

Nehat zanîn ku di êrîşan de windahî hene yan na.