Li Sêrtê serdegirtina malan û operasyonên binçavkirinê

Li Sêrtê êrîşên tîmên taybet ê saetên şevê dîn dest pê kirî de 5 welatî hatin qetilkirin û êrîşên tîmên taybet hê jî berdewam dike.

Li Sêrtê êrîşên tîmên taybet ê saetên şevê dîn dest pê kirî de 5 welatî hatin qetilkirin û êrîşên tîmên taybet hê jî berdewam dike. Gelek taxên hatinê dorpêçkirin ji aliyê tîmên taybet ve serdegirtinê malan û operasyonên binçavkirinê dest pê kir û Endamê Meclîsa Şaredariya Sêrtê Muzaffer Akan û welatiyek ku navê wî ne diyare hatin binçavkirin.

Rêveberiya awarte ya li gelek bajarên Kurdistanê bi êrîşên hovane tê meşandin bandora xwe li Sêrtê jî kir. Tîmên taybet ên ku şevê dîn li taxên Ulus, Sakarya û Înonû yê dorpêç kirî û dest pê êrîşan kirî 5 welatiyan qetil kirin. Piştî qetlîama tîmên taybet li ser taxên êrîş pêk hatî, hê tû qedexe ne hatî îlankirin ji aliyê tîmên taybet ve kiryarên qedexeyê pêk tên. Tevî cenazeyê 5 welatiyên hatî qetilkirin rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê, dîsa êrîş li ser taxan berdewam dike.

Di êrîşên li ser taxa Ulus de ji aliyê tîmên taybet ve serdagirtina malan û operasyonên binçavkirinê jî dest pê kir. Di operasyonên tîmên taybet de Endamê Meclîsa Şaredariyê Muzaffer Akan û welatiyek navê wî ne diyar hat binçavkirin. Lê kesên hatîn binçavkirin ne hat zanîn ku birine kuderê. Hêjî operasyonên serdagirtina malan didome û ketina taxan tê astengkirin.