BI DÎMEN

Li Ewropayê çalakiyên destekkirina berxwedana xwerêveberiyê

Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan, ji bo destekê bidin xwerêveberiyên li Kurdistanê daketin kolanan.

Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan, ji bo destekê bidin xwerêveberiyên li Kurdistanê daketin kolanan.

HAMELN: Li bajarê Elmanya Hamelnê, girseya gel a li Europaplatzê li hev civiya, dirûşmên "Kujerê jin û zarokan Erdogan" qîriya û li ser berxwedana xwerêveberiyan bi sedan belavok belav kir. Di daxuyaniya li vê derê de hat ragihandin ku hêzên dewleta Tirk li Kurdistanê rojane bi dehan sivîlan qetil dikin û bang li hikûmeta Merkel hat kirin, ku li hemberî van komkujiyan bêdeng nemîne.

MANNHEÎM: Li bajarê Elmanya Mannheîmê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji Wassertûrmê heta Paradeplatzê xeleka ji mirovan çêkirin. Çalakgeran bi pankart û dowîzan re mesajên xwe dan û piştre mîtîngek lidar xistin. Di axaftinên li mîtîngê de bal hat kişandin ser komkujiyên hikûmeta Tirk li Kurdistanê dike.

DARMSTADT: Li bajarê Darmstadtê, çalakiya agahdarkirinê ya du roj in tê lidarxistin bi dawî bû. Kurdistaniyan di nava du rojan de li navenda bajêr, ji bo destekkirina xwerêveberiyan û bilêvkirina daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek belavok belav kirin.

HALLE: Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Halle dijîn, li Rathaûs Marktplatzê mîtîngek lidar xistin. Li ser navê Komawê Cûmalî Saylemez peyivî, berxwedana xwerêveberiyan silav kir û bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir, ku çalakiyan lidar bixin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi armanca balkişandina ser komkujiyên li Kurdistanê, çalakiya rûniştinê ya 2 roj in li ber Parlamenta Awûstûryayê tê lidarxistin, bi mîtîngekê bi dawî bû. Di mîtîngê de li ser navê çalakgeran û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axaftin hatin kirin. Qisekeran dewleta Tirk bi tundî şermerzar kirin û sekna gelê Kurd a li dijî van komkujiyan silav kirin.

HOLSTEBRO: Kurdistaniyên li bajarê Danîmarka Holstebro, bi armanca silavkirina berxwedana xwerêveberiyê, mîtîngek hat lidarxistin. Beriya mîtîngê bi pêşengiya Komeleya Dostaniya Kurd a Danîmarkayê meşek pêk hat. Di çalakiyê de bêdengiya raya giştî ya navneteweyî li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk, hat şermezarkirin. Medya Danîmarkayê jî çalakî bi baldarî şopand.

...