Li Agirî binçavkirin, li Mersînê girtin

Li Agirî 6 kes hatin binçavkirin, li Mersînê 2 kes hatin girtin.

Tevî operasyonên ji bo qirkirina fîzîkî, AKP li Kurdistan û Tirkiyeyê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Li Agiriyê di serdegirtina malan de 6 kes hatin binçavkirin, li Mersînê 2 kes hatin girtin.

AGIRÎ

Li navçeya Agirî Bazîdê, leşkerên ser bi Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê danê sibehê avêtin hin malên li taxên Ehmedê Xanî, Îshakpaşa, Bariş, Koçkiran û Vatanê. Di serdegirtinan de Hasan Hanevdanogûllari, Azîz Baglan, Mecît Solmaz, Gulîzar Sîngar, Mehmet Eşsîz û kesê bi navê Resûl ê paşnavê wî nehat zanîn, hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê. Fikar hene ku hejmara binçaviyan zêde bibe.

MERSÎN

Li navçeya Mersîn Tarsûsê, ji 12 kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin ciwanên bi navê Sezer Enter (19) û Welat Îverdî (18), piştî ragirtina li emniyetê derxistin pêşberî dadgehê. Her du ciwan bi îdîaya "endametiya rêxistinê û meşandina xebatên rêxistinê" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê.