Li Amed Sporê ceazayê 'Gelê Sûr/Cizîrê bi tenê nîne' hat birîn

Di maça li hemberî Urfasporê de, ji ber ku li trîbunan dirûşmên 'Gelê Sûr/Cizîrê bi tenê nîne' û 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' hatin qîrîn, 40 hezar TL cezayê pere li Amed Sporê hat birîn.

Tîma Amed Spor a ku di nava 16 tîmên di Kûpa Tirkiyeyê de cih digire, ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ve bi dayîna pereyan hat cezakirin.

Di Koma A ya Kûpa Tirkiyeyê de tîma Amed Spor li hemberî Urfa Sporê bi 1-0 bi ser ket. Di vê maçê de ji ber dirûşmên 'Gelê Sûr/Cizîrê bi tenê nîne' û 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' ji aliyê alîgiran ve hat qîrîn, desteya dîsîplînê cezayê 40 hezar TL li kulûbê birî.

Ji bo vî cezayî jî hinceta 'propaganda îdeolojîk' hat nîşandan. Rêveberiya Amed Sporê li dijî biryarê derket.