Li Geverê wesayîta Kobra li 2 mînîbusan ket

Li Taxa Yenî ya Geverê wesayîta zirxî ya Kobra li 2 mînîbusan qulibî, hat diyarkirin ku di bûyerê de hin rêwî bi sivikî birîndar bûne.

Li Taxa Yenî ya girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê wesayîta zirxî ya Kobra ji ber leza zêde li 2 mînîbusan qulibî. Di qezayê de di wesayîtên hat diyarkirin ku di bûyerê de hin rêwî bi sivikî birîndar bûne. Piştî qezayê rêwiyên kombûn bertek nîşanî polîsan dan.

12’ê Çileyê li navenda sûkê TOMA’ya polîsan pê li serê welatiyê bi navê Hasan Han kiribû û qetil kiribû.