Çalakiya gelek nûnerên saziyên Elewiyan tevlî bûn û îro saet 14.00’an hat lidarxistin, peyama, “Em ê serî li hember zilma zaliman netewînin” hat dayîn.
WÊ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN
Elewî li Dergaha Pîr Sûltan Abdal a Parîsê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan dikin. Tevî derdorên çep-sosyalîst, wê ev sazî tevlî çalakiyê bibin:
“Dergaha Pîr Sûltan Abdal a Parîsê, Mala Gel a Pazarcik Elbîstan, Dergaha Elewiyên Demokratîk a Toûleoûse, Komaleya Çanda Elewî ya Varenes, Komaleya Çanda Melûn Sînemîlî, Navenda Çanda Elewî ya Vernon, Navenda Çanda Elewî ya Dûreûx.”