KCK: Wê hesabên pêkanînên AKP’ê bê pirsîn

KCK’ê diyar kir ku AKP’e li dijî gelê Kurd êrîşên herî giran ê dîroka Tirkiyeyê dimeşîne, wiha got: “Wê hesabên pêkanînên AKP’ê bi temamî bê pirsîn. Pergala mêtinger qirker wê teqez têk biçe.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku AKP’e li dijî gelê Kurd êrîşên herî giran ê dîroka Tirkiyeyê dimeşîne, wiha domand: “Pêkanînên AKP’ê yên niha ne gelê Kurd ne jî mirovahî wê ti caran ji bîr neke. Wê hesabên pêkanînên AKP’ê bi temamî bê pirsîn. Heta Tirkiye demokratîk dibe û gelê Kurd azad dibe, ev têkoşîn berdêlên wê çi dibe bila bibe wê dewam bike, pergala mêtinger qirker wê teqez têk biçe. AKP’e wê nikaribe bi êrîşên qirker emrê xwe dirêj bike, berevajî her êrîş û qetlîam ji bilî kurtkirina emrê AKP’ê ti encamên din wê nede.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist ku AKP’ê li dijî gelê Kurd dest bi şer kiriye. Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin: “Di dîroka Tirkiye ya 90 salan de êrîşên herî giran niha pêk tên. Bi van êrîşana dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin, ji ser vê jî qirkirinê temam bikin. Bi êrîşkirina bajar û taxan, bi tank û topan şewitandin û hilweşandinê ve, qetilkirina jin, zarok, kal bi sedan mirovî bi vê armancê ye. Bajar, taxên ev 45 roj in hatine dorpêçkirin nan jî tê de ti pêdiviyên jiyanî nakevinê. Di cîhanê de dorpêçek wiha derveyî mirovahiyê pir kêm hatiye dîtin. Ji milekî li cihê hatine dorpêçkirin mirov tî birçî tên hiştin û her roj 5-10 mirov tên qetilkirin, bi sedan siyasetmedar û welatparêzên Kurd tên binçavkirin û girtin. Niha bi hezaran mirov ji bo li dijî faşîzma AKP’ê rabûna avêtine zindanan. Di 2-3 mehên dawî de piraniya wan zarok, jin û kal bi sedan mirov hatin qetilkirin.”

 ‘ÊRÎŞA BÊ PERWA YA LI DIJÎ AKADEMÎSYENAN KARAKTERÊ AKP’Ê DATÎNE HOLÊ’

KCK’ê destnîşan kir ku akademîsyenên bi awayekî exlaqî û wijdanî ev êrîşên di vê astê de giran qebûl nekirine li dijî şerê qirêj rabûnê, wiha dom kir: “Hikûmeta AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan karakterên xwe yên faşîst nîşan dan, li dijî akademîsyen û rewşenbîrên sekna bi rûmet raber kirine kampanyayên reşkirin, êrîş û lîncê dane despêkirin. Wek pêvajoya cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê, talîmata avêtina akademîsyenan ji zanîngehan dan. Ev êrîşa bê perwa ya li dijî akademîsyenan jî karaktera AKP’ê datîne holê. Hikûmeta AKP’ê naxwaze ev zilm û qetlîamên li dijî gelê Kurd dimeşîne bê bihîstin û dîtin. Naxwaze bomberdûmankirina bajaran bê bîhistin û dîtin. Naxwaze dorpêça bi mehan, kesên derketin kolanan û hatin qetilkirin, bi tî û birçî hiştina mirovan daxwaza teslîmgirtinê bê bihîstin û dîtin. Bêtehamula li hember axaftina jinekê ya 2 deqeyan a di televîzyonê de jî vê rastiyê datîne holê.

 ‘AKP HEWL DIDE SER VÊ ZILMA DERVEYÎ MIROVAHIYÊ Û QETLÎAMAN BIGIRE’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dewama daxuyaniyê de wiha bal kişand: 
“Dewleta Tirk niha tevahî taxên Cizîrê bomberdûman dike. Leşker û polîsên berê êrîşî 4-5 taxan dikir, bomberdûman dikirin, niha tevahî tax xistine hedefa xwe. Li Cizîrê her cure hiqûqa şer tê binpêkirin, li dijî jiyangehên sivîlan êrîş pêk tên, her roj 5-10 sivîl tên qetilkirin û birîndarkirin. Li Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Sûr û bajar, bajarok û taxên din ên Kurdistanê zilmek û qetlîmek tam derveyî mirovahiyê dike, bê şerm tê gotin ku bi terorîzmê re şer dikin. Bi vê ve hewl didin zilm û qetlîama derveyî mirovahiyê binuxumînin. Ji bo vê jî çapemeniyê wek amûrekî şerê psîkolojîk bikar tîne. Her roj zarok, jin, kal tên kuştin û çapemenî van nadin, lê di teqîna li pêşiya Midûriyeta Emniyetê ya Çinarê de ji ber çend sivîl mirin, tevahî çapemeniyê manşetên pitik û zarok tên kuştin avêtinê. Ev durûtî ye. Şerê qirêj bi çapemeniyê hê dijwartir didomînin.

 ‘ÊRÎŞA SÛLTANAHMET MÎT A DI NAV DAIŞ’Ê DE PÊK ANIYE’

Êrîşa Sûltanahmetê qetlîameke ku MÎT a di nav DAIŞ’ê de pêk aniye. Dewleta Tirk di vê atmosfera bertekên li hember vê qetlîamê de hedef dike ku ser qetlîamên qirker ên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Silopiya û cihên din bigire û pêşketina Hêzên Şoreşger ên Sûriyeyê asteng bike. Piştî qetlîama Sûltanahmetê, daxuyaniyên wek me DAIŞ bomberdûman kir, me ewqas kuşt derewek pir mezin e. Bi hin topbaranê ketober ve hewl dide wek bi DAIŞ’ê re şer dike xwe nîşan bide. Bi vê ve dixwaze bingeha mudaxeleyên Sûriyeyê ava bike.

Piştî êrîşa Sûltanahmetê bi taybet êrîşên xwe yên li dijî Cizîr û Sûrê zêde kirine, lez dane operasyonên qirkirinên siyasî. Li dijî akademîsyenan kampanyaya pelçîqandinê jî mezintir kirine.

 ‘LI DIJÎ ÊRÎŞKARIYA FAŞÎST A AKP’Ê DIVÊ GELÊ ME BI LEZGÎNÎ RABE SER PIYAN’

Li dijî vê êrîşkariya faşîst a AKP’ê divê gelê me û hêzên demokrasiyê bi lezgînî rabin ser piyan. Eger li dijî faşîzma AKP’ê têkoşîn neyê bilindkirin wê van êrîşana hê zêdetir bibin. Wek hevalê Tayyîp Erdogan serçete Sedat Peker jî got wê hewl bidin gelên me di gola xwînê de bifetisînin. Ji ber vê jî di serî de gelê Kurd divê tevahî hêzên demokrasiyê bersivê bidin dengê gelê Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn, Gever, Kerboran û Hezexê ku zarok, jin, kal tên qetilkirin, bi mehan e nan jî tê de ji pêdiviyên jiyanî mehrûm tên hiştin. Divê ji bo şkandina dorpêç û êrîşên li vir rabin ser piyan. Wezîfe û xebatek ji vê lezgîntir tineye. Siyaseta demokratîk jî, hêzên demokrasiyê jî, rêxistinên civaka sivîl jî, tevahî gel jî divê bêyî demê winda bikin rabin ser piyan û li dijî vê hikûmeta faşîst qirker têkoşînê mezin bikin. Îro yên berdêlan nedin ber çavên xwe sibehê wê bi dayîna berdêlên hê girantir re rû bi rû bimînin. 

 ‘HER ÊRÎŞ Û QETLÎAM EMRÊ AKP’Ê KURT DIKE’

Pêkanînên AKP’ê yên niha ne gelê Kurd ne jî mirovahî wê ti caran ji bîr neke. Wê hesabên pêkanînên AKP’ê bi temamî bê pirsîn. Heta Tirkiye demokratîk dibe û gelê Kurd azad dibe, ev têkoşîn berdêlên wê çi dibe bila bibe wê dewam bike, pergala mêtinger qirker wê teqez têk biçe. AKP’e wê nikaribe bi êrîşên qirker emrê xwe dirêj bike, berevajî her êrîş û qetlîam ji bilî kurtkirina emrê AKP’ê ti encamên din wê nede.
Gelê Tirk ji rêveberên Osmaniyan ên zilmkar re wiha gotine: “Paşe, zilma xwe zêde bike ku emrê te kurt be.” Zilma AKP’ê jî her roj bidawîbûna AKP’ê nêztir dike.