Nûçegihanê DÎHA'yê hat binçavkirin -HAT NÛKIRIN

Nûçegihanê DÎHA'yê Yasîn Kobûlan, li Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polîsên Tirk ew li wesayîta Ford Ranger siwar kirin û birin qereqolê.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîclehê (DÎHA) Yasîn Kobûlan, dema nûçeyek dişopand, li Xaçerêya Tûrgût Ozal ji aliyê polîsên Tirk ve hat sekinandin.

Li dû kontrola nasnameyê polîsan jê re gotin ku der heqê wî de biryara lêgerînê heye û Kobûlan li wesayîta Ford Ranger siwar kirin.

Polîsan nûçegihan Kobûlan birin Navenda Polîsan a Baglarê.

Yasîn Kobûlan piştî îfadeyê, serbest hat berdan.