Li Cizîrê 4 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin

Di pevçûnên di encama êrîşên piştî nîvro li Cizîrê destpekirin de 4 tîmên taybet mirin û yek jî bi giranî birîndar bû.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê êrîşên li dijî gel bi tevahî dijwariya xwe didome. Di êrîşên berfireh en piştî nîvro li Taxa Cûdî hat destpekirin de bi bersivdayîna hezên YPS danê evarî pevçûnên dijwar qewimîn. Hat ragihandin ku   di pevçûnan de 4 tîmên taybet mirin û yek jî bi giranî birîndar bû.

Hat ragihandin ku  4 cenaze û birîndarekî tê gotin ku tîmên taybet in, anîn balafirgeha Şerafettîn Elçî. Li dijî Taxa Cûdîyê êrîşên giran didomin, dem bi dem dengê pevçûnan jî tê.