Polîsan êrîşî girseya gel a ji bo Sûrê li hev civiya kirin

Bi hezaran kes, ji bo ber bi navçeya Amed Sûrê ya hatiye dorpêçkirin bimeşin, li ber AZC Plaza ya li Ofîsê li hev civiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin.

Bi hezaran kes, ji bo ber bi navçeya Amed Sûrê ya hatiye dorpêçkirin bimeşin, li ber AZC Plaza ya li Ofîsê li hev civiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin.

Ji ber ku dor li girseyê hat girtin, gel li ber maşîna TOMA dest bi çalakiya rûniştinê kir. Polîsan bi bombeya gazê û ava şid êrîşî girseya gel kirin.

Çalakgeran jî bi qîrîna dirûşmeyan li dijî êrîşa polîsan derketin.