Li dijî êrîşên zêde YPS’ê bersivek tund da

Li hember Taxa Cûdî ya Cizîrê bi topên hewanê û tankan êrîşek mezin destpê kir. Li taxê gelek mal dişewitin û dûman bilind dibin, YPS’e jî bersivên tund dide.

Li hember Taxa Cûdî ya Cizîrê bi topên hewanê û tankan êrîşek mezin destpê kir. Li taxa ku gelek mal dişewitin û dûman bilind dibin, YPS’e jî bersivên tund dide êrîşan.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di çarçoveya pêkanînên qirkirinê de êrîş di roja 35. de didome. Li hember Taxa Cûdî piştî nîvro êrîşên berfireh destpê kir. Hêzên dewletê bi tank, top û çekên giran êrîşên xwe yên li ser taxê didomîne.

YPS’Ê BERSIVA TUND DA

Li hember êrîşên dewletê YPS’ê bi xweparastinê bersiv da, hêzên dewletê vê carê jî dest bi hilweşandin û şewitandina malan kirin. Di êrîşên niha bi tevahî dijwartiya xwe didome de têkîldarî windahiyên canî ti agahî nehat bidestxistin.

...