Berxwedana Sûrê di roja 47. de ye
Li derdora Mizgefta Kûrşûnlû şerekî dijwar diqewime. Hat ragihandin, ku cenazeyên du kesên duh hatin qetilkirin danîne cem cenazeyên Rozerîn û Ramazan.
Li derdora Mizgefta Kûrşûnlû şerekî dijwar diqewime. Hat ragihandin, ku cenazeyên du kesên duh hatin qetilkirin danîne cem cenazeyên Rozerîn û Ramazan.
Li Sûrê, ku berxwedan di roja 47. de ye, danê vê sibehê êrîşên dijwar û dan. Li derdora Mizgefta Kûrşûnlû şer giran e. Hat ragihandin, ku cenazeyên du kesên duh hatin qetilkirin danîne cem cenazeyên Rozerîn û Ramazan.
Ji nîvê şevê heta danê sibehê, ji maşînên zirxî bombeavêj û ji tankan jî top hatin avêtin. Ji ber topbaranê gelek gelek xanî hilweşiyan. Li taxên ku teqînan li dû hev lê rû dan, ji sê nuqteyan dûxan bilind bû.
Niha li taxa Hasirli û derdora Mizgefta Kûrşûnlû, di navbera polîsên tevgera taybet û hêzên YPS'ê de şerekî dijwar diqewime.
6 CENAZE NIKARIN BÊN RAKIRIN
Li Sûrê, cenazeyên Mesût Sevîktek û Îsa Oran ên berî 25 rojan hatin qetilkirin, Ramazan Ogut ê berî 18 rojan hat qetilkirin û Rozerîn Çûkûr a berî 9 rojan hat qetilkirin, nikarin bên rakirin. Her wiha destûr nayê dayîn ku cenazeyên du kesên duh hatin qetilkirin bên rakirin.
Hat ragihandin, ku cenazeyên du sivîlên navên wan nehat hînbûn ên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku ji malbatan re nayên dayîn li maleke li Hasirli danîn cem cenazeyên Rozerîn û Ramazan.