Tevgera Azadî li dijî dagirkeriya Tirk dikeve nava tevgerê
Tevgera Azadî der barê dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirk ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Tevgera Azadî der barê dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirk ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Tevgera Azadî diyar kir, ku nêzîkatiya dagirkeriyê ya dewleta Tirk nabe bê qebûlkirin û destnîşan kir, ku divê li dijî vê berxwedan bê nîşandan. Tevgera Azadî bang li her kesî kir ku tevlî berxwedan û çalakiyan bidin.
Tevgera Azadî der barê dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirk ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê bi dirûşmeya "Dagirkerî nayê pejirandin, dem dema berxwedanê ye" çalakî bên lidarxistin, nerazîbûn were nîşandan û kampanya werin berfirehkirin.
Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hebûna leşkerên Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê, dewleta Tirk li hemberî gelê Bakurê Kurdistanê bi hêz dike û wiha hat gotin: "Hatina leşkerên Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê hêzê dide dewleta Tirk ku li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd komkujiyan pêk bîne. Ji ber vê yekê sibe direng e ji bo derkirina leşkerên Tirkiyeyê. Lewma divê her îro em tev bi hev re bêjin bila dagirker biçin derve."
Di dewama daxuyaniya Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê de, ev bang hat kirin: "Em weke Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê bang li hemû aliyên siyasî, rêxistin, rewşenbîr, hunermend, kesayetên akademîsyen, mamostayên ol û çalakvanên civakî dikin, bi erkê exlaqî, nîştanî, mirovî û neteweyî rabin, dest bi din hev û pêngava çalakiyan berfireh bikin. Dagirkeran der bikin"