Li Dêrikê 3 jin hatin girtin
Li Dêrikê 3 jinên hatin binçavkirin hatin girtin.
Li Dêrikê 3 jinên hatin binçavkirin hatin girtin.
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, Melîhe Kiran, Tûgba Dundar û Şukran Aksoy ên di 13'ê Çileyê de li Parka Hunerê ya Ahmet Kaya hatin binçavkirin, li dû ragirtina 4 rojan di binê çavan de, derketin pêşberî dadgeriyê.
Dozgeriya Tirk piştî ku îfadeya 3 jinan girt, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ew sewqî 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê kir.
Heyeta dadgehê biryara girtina Kiran, Dundar û Aksoy da.