Di serma -22 pileyî de meşa 30 km'yî ya li dijî AKP'ê
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sandvîkenê, 30 Kurdistanî li meydana bajêr li hev civiyan û saet di 08:00 de ber bi bajarê Gavle ve dest bi meşê kirin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sandvîkenê, 30 Kurdistanî li meydana bajêr li hev civiyan û saet di 08:00 de ber bi bajarê Gavle ve dest bi meşê kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Sandvîken ê li herêma Dalarna ya Swêdê dijîn, ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd şermezar bikin, destekê bidin berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Kerboranê ji bo bala raya giştî ya Swêdê bikişînin ser komkujiyên li aliyê AKP'ê ve tên kirin, tevî rewşa nebaş a hewayê, di nava serma -22 pileyî de dest bi meşa 30 kîlometre dewam bike, kirin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sandvîkenê, 30 Kurdistanî li meydana bajêr li hev civiyan û saet di 08:00 de ber bi bajarê Gavle ve dest bi meşê kirin. Kurdistaniyan pankarta bi nivîsa "Komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike bisekinînin" vekirin, kincên bi wêneyên sivîlên di komkujiyan de hatin qetilkirin li xwe kirin û dirûşmên "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Kujer Erdogan, durû Yekîtiya Ewropa", "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" qîriyan. Kurdistaniyan li gundekî bêhn vedan û govend gerandin.
Çalakgerên ku saet di 15:00 de gihaştin Gavle, ji aliyê komek Kurdistaniyan ve hatin pêşwazîkirin.
Di mîtînga li Meydana Storatorgetê de li ser navê Partiya Çep a Swêdê Sandra Soderqvîst peyivî û êrîşên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê şermezar kir, berxwedêr jî silav kir.
Soderqvîst ragihand ku dewleta Tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê li hemberî gelê Kurd komkujiyan dike û ji Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêdê xwest ku dawî li bêdengiya xwe bînin û ji bo sekinandina komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, bikevin nava tevgerê.
Çalakiya ku di medyaya herêmî de cihekî berfireh jê re hat veqetandin, bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.