Li Mêrdînê operasyon, li dijî qadên gerîla êrîşên hewayî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku dewleta Tirk a piştî çalakiya li Çinarê bêçare ma, êrîşeke berfireh a hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku dewleta Tirk a piştî çalakiya li Çinarê bêçare ma, êrîşeke berfireh a hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku dewleta Tirk a piştî çalakiya li Çinarê bêçare ma, êrîşeke berfireh a hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di van êrîşan de, gundên sivîlan ên li herêma Heftanînê jî hatin bombekirin. Hat ragihandin, ku ji ber êrîşan tiştek bi kesî nehatiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê operasyona artêşa Tirk a li Mêrdînê de jî agahî da.
LI HEMBERÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 16'ê Çileyê saet di navbera 23:00-00.00 de balafirên şer ên artêşa TC, gundên Şeraniş û Keşan ên li herêma Heftanînê, gundên Çemşeritê û Yekmalê û qada Kafya ya li Garê, Çemço û Zozanên Avaşîn ên Zapê bombe kirin.
16'ê Çileyê saet di navbera 16:00-00:00 de li herêma Avaşînê, rojên 16-17'ê Çileyê saet di navbera 17:30-05:00 de li herêma Garê, saet di navbera 18:00-06:00 de li herêma Zapê, saet di navbera 21:00-04:00 de li herêma Heftanînê, saet di navbera 23:00-03:00 li herêma Metîna, roja 16'ê Çileyê saet di 05:00, 17'ê Çileyê saet di 03:30 û saet di navbera 09:00-11:00 de li herêma Xakurkê balafirên bêmirov ên keşfê geriyan.
16'ê Çileyê saet di navbera 22:00-00:00 de li herêmên Avaşîn, Zap, Garê, Metîna û Heftanînê, roja 15'ê Çileyê saet di navbera 15:00-16:30 de li ser qada Xakurkê balafirên şer geriyan.
16'ê Çileyê saet di navbera 16:00-16:30 de qereqola Bilican a li navçeya Colemêrg Çelê obus avêt herêma gundê Erbiş ê li Zapê.
LI MÊRDÎNÊ OPERASYON
Roja 16'ê Çileyê saet di 12:00 de artêşa TC, li bejahiya gundên Xirbê Mişkê, Sê Deriyê û Xirabê Alê yên navçeya Mêrdîn Midyadê dest bi operasyonekê kir. Di heman demê de ji qereqola Botaşê ya li gundê Xirabê Alê leşker hatin veguhastin. Operayson hînê dewam dike. Li herêmê yekîneyên veşartî bi cih bûne."