Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin ku dewleta Tirk ev 35 roj in bi hovane êrîşî Cizîrê dike û got, "Ji niha ve mirov dikarin bêjin ku Cizîr bi ser ketiye, dewlet têk çûye. Eger em hinekî din berxwedanê mezin bikin, em ê dorpêçiyê bişikînin."
Warê berxwedan û serhildanê Cizîra Botan, ev 35 roj in li hemberî pêkanînên qirkirin û tehcîrê şev û roj li ser piyan e. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ku ji roja yekem heya niha bi gel re di nav berxwedanê ye, rewşa heyî nirxand. Sariyildiz, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê demeke dirêj amadekariyên plana tinekirinê kiriye û xal bi xal vê planê dixe meriyetê. Sariyildiz got ku bi konsepta şer a nû dewlet dixwaze desketiyên gelê Kurd ji holê rake û wiha axivî: "Dewlet hemû hêza xwe anî Cizîrê. Bi deh hezaran leşker, polîs, bi dehan general, tank û top ji bo Cizîrê anîn."
'ÊRÎŞA HERÎ MEZIN A DÎROKA KOMARA TIRKIYEYÊ'
Sariyildiz anî ziman ku dewlet, hemû rêzikan binpê dike û bi awayek hovane êrîşê dike. Sariyildiz da zanîn ku li taxên Yafes, Nûr, Sûr û Cûdiyê hemû mal hatine xerakirin û şewitandin û wiha pê de çû: "Di dîroka komarê de cara yekem li hemberî bajarekî bi vî rengî êrîş kirin. Bi kuştinê nasekinin, cenaze li erdê tê hiştin. Em radikin nexweşxaneyan, ji wir direvînin û bi dizî defin dikin. Ambulans naçin birîndaran rakin."
Sariyildiz da zanîn ku yek ji armancên esasî ya van êrîşan valakirina bajêr e û got taxên ku xendek an jî bend tine jî, tê topbaran kirin. Sariyildiz anî ziman ku dewlet dixwaze bajêr bi gel re tune bike, di şertên zivistanê de ji ber mal hatine xirakirin bi dehezaran kes hatine navenda bajêr lê li vir jî rastî êrîşê hatine. Sariyildiz diyar kir ku dewlet ji bo gel navçeyê terk bike bi vî rengî êrîş dike lê gelê Cizîrê bi berxwedaneke bêhempa li bajêr dimîne.
'BERWEDAN BIDOME WÊ DORPÊÇÎ BIŞIKÊ'
Sariyildiz balê kişand ser vîna gel a li hemberî êrîşan û wiha axivî: "Dewlet li vir têk çû. Cizîr bi ser ket. Cizîrî terka bajarên xwe nakin." Sariyildiz da zanîn ku bi tonan zad û xurekên ku bi piştgiriya gelê Kurdistanê ji Cizîrê re tê şandin, ji aliyê hêzên dewletê ve tê astengkirin û dixwazin gelê Cizîrê bi birçîbûnê re rû bi rû bihêlin. Sariyildiz banga hevgirtina bi berxwedana Cizîrê re kir û got eger berxwedan bidome wê dorpêç bişike û gelê Cizîrê car din bi ser bikeve.