Kurd li ber Parlamenta Fransayê dest bi çalakiya rûniştinê dikin
Ji bo çalakiya ku wê roja Duşemê li ber Parlamenta Fransayê destpê bike, CDK-F banga tevlîbûnê kir.
Ji bo çalakiya ku wê roja Duşemê li ber Parlamenta Fransayê destpê bike, CDK-F banga tevlîbûnê kir.
Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê dijîn, bi armanca şermezarkirina terora AKP'ê ji bo sê rojan dest bi çalakiya rûniştinê dikin.
Ji bo çalakiya ku wê roja Duşemê li ber Parlamenta Fransayê destpê bike, CDK-F banga tevlîbûnê kir.
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) diyar kir ku ji bo şermezarkirina operasyonên qirkirinê û silavkirina berxwedana gel, ew ê roja Duşemê ji bo sê rojan çalakiya rûniştinê pêk bînin.
Hat ragihandin ku çalakî wê di 18, 19 û 20'ê Çileyê saet di navbera 11:00-17:00 de li ber avahiya Parlamenta Fransayê pêk were. CDK-F da xuyakirin ku ew ê bibin dengê jin, zarok û tevahiya gelê Kurd ê berxwedêr.
CDK-F bang li tevahiya Kurdistanî û dostên wan ên li Parîs û derdora wê dijîn kir, ku tevlî çalakiyê bibin.