Konferansa HDP'ê destpê kir

Konferansa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), destpê kir.

Konferansa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), destpê kir. Konferans bi dirûşma "Em ji îro ve siberojê ava dikin" tê lidarxistin û wê du rojan dewam bike.

Di konferansa li salona civînê ya Yekîtiya Baroyan de Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel û Îdrîs Balûken, Hevberdevkên HDK'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy, Hevserokê SDP Ridvan Tûran, Hevserokê SYKP Ûfûk Gollu, Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose û hevşaredarên HDP'yî jî lê amade ne.

Piştî hilbijartina dîwanê, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin.

Serokê Dîwanê Gunay Kûbîlay, bi silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanl û hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehan, dest bi axaftina xwe kir. Kûbîlay bibîr xist, ku tevî hemû polîtîkayên şîdetê û şer ên qesrê û desthilatdariya siyasî, HDP li Meclîsê bûye partiya sêyemîn û got, "Dek û dolabên qesrê, lîstikên partiyên siyasî pûç bûn. HDP kevneşopiyeke me ya şoreşger e ku ji duh ve hatiye roja îro. Ti kes wê nikaribe HDP'ê tine bike."

Kûbîlay berxwedana xwerêveberiyê silav kir û got, "Ev rejîm dixwaze her kesî bîne ser çokan. Ev rejîm çi dike bila bike, em ê serî li ber netewînin."

Konferans bi axaftina Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag dewam dike.

...