3 nuqteyên din ji çeteyan hatin paqijkirin
Hêzên Ceyş El Suwar, li Ezazê 3 nuqteyên din ji çeteyan paqij kirin.
Hêzên Ceyş El Suwar, li Ezazê 3 nuqteyên din ji çeteyan paqij kirin.
Duh bi şev saet di 20:00 de çeteyên Ehrar El-Şam û El Nûsra bi çekên giran êrîşî çeperên Ceyş El-Suwar ên gundê El- Malikiyê kirin û Ceyş El-Suwar bi dijwarî bersiv dan êrîşan.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şer heta ber destê sibehê dewam kiriye û di encamê de hejmareke zêde ya çeteyan hatine kuştin, nuqteyên derdora gundê El-Malikiyê yên di destê çeteyan de bûn ji aliyê Ceyş El-Suwar ve hatin rizgarkirin.
Hat ragihandin ku ev her sê nuqteyên hatine rizgarkirin Berad Malikiyê ya li nêzî gundê Malikiyê, Vîllat a li ser sêrêya Ezazê ya xwedî girîngiyeke stratejîk e û nuqteya Şihêtat a li ser rêya bingehîn a diçe Helebê ye.
Bi rizgarkirina van her sê nuqteyan re qada Kiştearê bi temamî hat paqijkirin.