Ongûlû yê li Sêrtê hat qetilkirin, li gundê xwe hat veşartin
Mucahît Ongûlû yê li Sêrtê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li gundê lê ji dayik bûye ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hat veşartin.
Mucahît Ongûlû yê li Sêrtê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li gundê lê ji dayik bûye ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hat veşartin.
Li Sêrtê di serdegirtina maleke de 5 kes ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hatibûn qetilkirin. Ji 5 kesan cenazeyê xwendekarê Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Sêrtê Mucahît Ongûlû piştî otopsiyê ji aliyê malbatê ve hate teşhîskirin. Cenazeyê ku ji aliyê malbatan ve hate wergirtin tevî astengkirinan ji aliyê sedan welatiyan ve anîn gundê Sîmxor a Şîrvanê. Cenaze bi dirûşma "Şehîd namirin" ve birin goristana gund û li vir hate definkirin. Rêveberê MEYA-DER'ê yê Sêrtê Abbas Çîftçî li vir axivî û got ku Ongûlû bê çek û sivîl bûye.
Apê Ongûlû, Abdullah Ongûlû jî diyar kir ku ew ê ji kesên ku şert û mercên aştiyê neafinadine ji exîretê jî hesab bipirsin. Ongûlû ragihand ku ew ê ji kesên alîgirên şer in û li dijî aştiyê ne jî hesab bipirsin.
Merasîma cenaze bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan nabe" "PKK gel e, gel li vir e" bi dawî bû.