Krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê giran dibe
Krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê ku ev demeke dirêj e dewam dike, roj bi roj girantir dibe. Hikûmetê da xuyakirin, ku eger ji niha û pê ve mûçe werin dayîn jî ew ê nîvê mûçeyan bê dayîn.
Krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê ku ev demeke dirêj e dewam dike, roj bi roj girantir dibe. Hikûmetê da xuyakirin, ku eger ji niha û pê ve mûçe werin dayîn jî ew ê nîvê mûçeyan bê dayîn.
Di daxuyaniya li malpera fermî ya Wezareta Aboriyê ya Başûrê Kurdistanê de hat gotin, "Ji ber krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê ev 5 meh in mûçe nayên dayîn. Ji ber krîzê, eger hikûmet ji niha û pê ve mûçeyan bide karmendan, wê êdî nîvê mûçeyan bide."
Li Başûrê Kurdistanê ev 6 meh in karmend ji ber krîza aboriyê nikarin mûçeyê xwe werbigirin. Ji ber vê yekê karmendan di Cotmeha par de kar boykot kiribûn. Lê belê, ji bo ku karê gel asê nebe, piştî mehekê karmendan tevî ku pirsgirêkên wan nehatin çareserkirin jî, dest bi kar kirin.
Piştî ku Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî di hefteya bihurî de da xuyakirin, ku mûçeyên karmendan wê bên taloqkirin, karmendên ku ev 5 meh in nikarin mûçeyê xwe werbigirin, ji nû ve dest bi çalakiya boykotê kiribûn. Ev hefteyeke xebatkarên dadgeriyê yên li Germiyan, Helepçe, Seyît Sadiq û Şarezorê, tevî parêzer û xebatkarên şaredariyê, çalakiya boykotê pêk tînin.
'TIŞTEKÎ ME NEMA'
Karmendên ku ev 5 meh in nikarin mûçeyê xwe werbigirin, dan xuyakirin ku wan bi çend quriş pereyên xwe hewl dan di nava 5 mehan de debara xwe bikin û gotin, "Eger ji niha û pê ve mûçeyê me neyê dayîn em ê neçin saziyên fermî. Ji bo em jiyana xwe bidomînin, em neçarin karekî din bikin. Ji ber ku mûçeyê me nayê dayîn, çi yê me hebû me xerc kir, niha tiştekî me nemaye."
Karmendan diyar kirin ku ew biryar in heta mafên wan ji wan re bên dayîn, ew ê çalakiya xwe ya boykotê bidomînin.