Li Qoserê 2 kesên din jî hatin binçavkirin

Li Qoserê piştî bûyera 2 jê jin 4 kesên ku ji aliyê tîmên taybet ê Tirk ve hatin înfazkirin, 2 kesên din jî hatin binçavkirin.

Li Qoserê piştî bûyera 2 jê jin 4 kesên ku ji aliyê tîmên taybet ê Tirk ve hatin înfazkirin, 2 kesên din jî hatin binçavkirin.

Li Qoserê 12’ê Çileyê di encama êrîşa tîmên taybet ên Tirk ya li ser wesayîta ku rêveberê BDP’ê yê navçeya Qoser û Selahetîn Arasan û înfazkirina Nûran Yuksekdag û Mizgîn Karageçîlî ya di malê de ji aliyê hêzên taybet ên Tirk ve hatin înfaz kirin, piştî bûyerê operasyona binçavkirina polîsan berdewam dike. Ji beriya niha Mehmet Eren ê ku xwediyê wesayîta Erdem û Arasan dajotin bû, girtibûn binçavan, îro jî polîsan avêt ser mala ku li Taxa Medta a 2 jin lê hatibûn înfazkirin. Di operasyonê de xwediyê malê Mehmet Ozdemîr û hevjîna wî Ayşe Ozdemîr girtin binçavan.

Ozdemîr û hevjîna wî ya hatin binçavkirin, şandin Midûriyeta Emniyeta Navçeya Qoserê.