BI DÎMEN

Li pêşiya Parlamentoya Fransayê çalakiya kon

Li paytext Parîs a Fransayê bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li pêşiya Parlamentoya Fransayê çalakiya nobedê ya 3 rojan hat lidarxistin.

Li paytext Parîs a Fransa bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa a li Qada Invîlîdes a nêzî Parlamentoya Fransa û bi beşdarbûna FEDA, ACTÎT, SKB û komeleyên herêmê çalakiya nobedê ya 3 rojan hat destpêkirin. Çalakiya nobedê ya ji saetên danê sibehê heta saet 17:00’an berdewam bike, li Qada Invalîdes kon hat vedan.

Di çalakiya nobetê ya li Invalîdes de dowîzên balê dikişînin ser KCK, Rêberê Gelê Kurd Abdûlah Ocalan û qetlîamên li Kurdistanê pêk tên hatin hilgirtin. Kurdistanî û saziyên dostê wan bang li Parlamentoya Fransa kirin ku li hember qetlîam û terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bêdeng nemînin. Li ser navê saziyan bangên hatin kirin, rexmê hewaya sar a li Parîsê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ê Tirkiyeyî beşdarî çalakiyê bûn. 

Hevseroka CDK-F’ê Cemîle Renklîçay axaftina vekirina çalakiyê kir. Renklîçay bang li hikûmeta Fransa kir, li hember şer û qetlîamên li Kurdistanê bêdeng nebin û hevdîtinên xwe yên di navbera Tikiyeyê de bi dawî bikin. Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan jî di çalakiyê de bû. Ceylan bal kişand ser qetlîamên li hember gelê Kurd û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan. Diyar kir ku Kurdistaniyên li Ewropa dijîn wê bi ruhê serhildanê li cem berxwedana gel cih bigirin.

Komîsyona Karên Derve yê CDK-E dosyayek têkildarî qetlîamên dewleta Tirk, di nava rojê de wê pêşkêşî Parlementoyê bike.

Di tevahiya çalakiyê de belavokên ku pêşketinê li Kurdistanê tîne ziman hatin belavkirin.

Gireva birçîbûnê a di pêşengtiya Komeleya Elewî ya Arnoûvîlle û Komeleya Pîr Sûltan a FEDA ya bi armanca şermezarkirina polîtîkayên qetlîamê ya li ser Kurdistanê, li Parîsê hatibû lidarxistin, roja Yekşemê bi dawî bibû.

Saziyên cuda yên li welatên Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayek paralel bi Parîsê re berdewam dikin, li gel girevên birçîbûnê jî çelengên reş danîn pêşiya Sefaretxaneya Tirk û li pêşiya garê daxuyaniyek çapemeniyê jî lidarxistibûn. Saziyên Elewiyan dan xuyakirin ku rojên pêş wê çalakiyên xwe bi awayên cudatir bidomînin.

...