Li hemberî Sûrê êrîşên bi tank û topan

Li navçeya dîrokî Sûrê, ku qedexeya derketina derve di roja 49. de ye, yekîneyên taybet ên Tirk êrîşî malên gel û cihên dîrokî dikin.

Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên hêzên dewletê di roja 49. de girantir bûn. Ji duh bi şev û vir ve bi tank û topan êrîş tê kirin. Piştî bi hezaran polîs û leşeran, vê carê yekîneyên taybet ên weke 'kumik sor' tên pênasekirin li herêmê tevlî operasyonan bûn. Her wiha polîsên tevgera taybet, leşkerên tevgera taybet û cerdevan jî di van operasyonan de amade ne.

CIHÊN DÎROKÎ HEDEF HATIN GIRTIN

Hêzên dewleta Tirk, tevî cih û warên sivîlan, her wiha êrîşî qadên dîrokî jî dikin. Polîsên ku beriya niha Mizgefta Kûrşûnlû û Hemama Paşa şeiwtandin, vê carê Mizgefta Hecî Hemîd xera kirin. Hat ragihandin ku ji ber hilweşîna minareya mizgeftê, gelek malên li derdora mizgeftê zerar dîtine. Piştî Mizgefta Hecî Hemîd, Mizgefta Hasirli jî bû hedefa topan. Ji ber topbaranê, her çend mizgeft xera nebûye jî, xisareke mezin lê çêbûye.

Êrîşên li navçeyê dewam dikin.