Li Dusseldorf Kurdan çalakiya nobedê ya 5 rojan dan destpêkirin
Kurdên li Dusseldorf dijîn, bi armanca piştgirîdayîna xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê li pêşiya avahiya Parlementoya eyaleta NRW’ê çalakiya nobedê ya 5 rojan dan destpêkirin.
Kurdên li Dusseldorf dijîn, bi armanca piştgirîdayîna xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê li pêşiya avahiya Parlementoya eyaleta NRW’ê çalakiya nobedê ya 5 rojan dan destpêkirin.
Kurdên li Dusseldorf dijîn, bi armanca piştgirîdayîna xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê li pêşiya avahiya Parlementoya eyaleta NRW’ê çalakiya nobedê ya 5 rojan dan destpêkirin.
Li gelek welatên Ewropa bi armanca pirştgirîdayîna xwerêveberiyên li navçeyên Cizîr, Sûr, Silopiya û Nisêbînê û gelek herêmên Bakurê Kurdistanê çalakiyên nobedê tên lidarxistin. Li pêşiya avahiya Parlementoya Eyaleta (NRW) ya ku li Nordrheîn-Westfalen ê bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya nobedê hat destpêkirin. Çalakiya nobetê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Dusseldorfê ve hat organîzekirin. Çalakiya îro a nobetê Kurdistaniyên li Dusseldorfê û derdora wê dijîn dewam dikin û sibehê jî Kurdên li Koln û Bonnê dijîn wê bidomînin. Bi rêzê ve Kurdên li bajarên Essen, Dûîsbûrg û Dortmûnd dijîn bi dewirkirinê heta roja Înê dewam bikin û wê çalakî bi meşeke girseyî bi dawî bibe. Di çalakiyê de qetlîamên dewletaTirk a li ser Kurdistanê bi pankartan hatin protestokirin, bang li raya giştî ya Ewropa jî hat kirin.
‘LI HEMBER FAŞÎZMA ERDOGAN DIVÊ EM DI ÇALAKIYAN DE BIN’
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Dusseldorf Ayten Aslaner diyar kir ku armanca wan piştgirîdayina xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê ye û wiha anî ziman: “Li hember dorpêç û terora dewleta Tirk û AKP’ê li Ewropa çalakî tên lidarxistin. Em weke Kurdên li Dusseldorf dijîn em ê çalakiyên xwe yên bi vî awayî berdewam bikin. Vê hefteyê jî li pêşiya avahiya parlementoya NRW’ê me çalakiya kon lidar xist, em hewl didin dengê xwe bigihînin raya giştî ya Ewropayê.”
Aktivîstê Kurd Mûstafa Tûzak jî bang li tevahî gelê Kurd ê li Ewropa dijîn kir ku li hember terora dewleta Tirk û AKP’ê çalakiyan li dar bixin û wiha got: “ Her kes divê li hember faşîzma Erdogan rabin ser lingan û ji bo hilweşandina vê diktatoriyê tiştên ji destan tê bikin. Ji bo vê heta dawiyê em ê di nava berxwedanê de bin.”
Tûzak ji bo meşa girseyî a roja Înê jî bang li hemû Kurdên li eyaleta NRW’ê dijîn kir ku beşdarî çalakiyê binin.
Her wiha, endamên MLKP jî beşdarî çalakiya nobedê bûn, peyamên piştgiriya Kurdan dan.