BI DÎMEN

Akademîsyenên Avûstûrya û Swîsre: Em jî piştgiriya danezanê dikin

Ji bo piştgiriya Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê yên bi hedefnîşandana Erdogan rastî lînca siyasî hatin, akademîsyenên Avusturya û Swîsreyê li pêşiya Zanîngeha Viyanayê daxuyanî dan.

Akademîsyenên Avûstûrya û Swîsreyê piştgirî dan Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê.

Ji bo piştgiriya Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê yên bi hedefnîşandana Serokkomarê Tirk Erdogan rastî lînca siyasî hatin, akademîsyenên Avusturya û Swîsreyê li pêşiya Zanîngeha Viyanayê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin.

Akademîsyenên Avusturya û Swîsreyê diyar kirin ku li cem Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê ne, dewleta Tirk protesto kirin.
Di daxuyaniyê de hedefnîşandina Erdogan û serçeteyên nêzî wî hat şermezarkirin û piştgiriya danezanê hat ziman. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku divê demildest lêpirsînên der heqê akademîsyenan bên sekinandin.

Bang li dewleta Tirk jî hat kirin ku demildest êrîşên li dijî Kurdan bi dawî bikin.