Nisêbîniyan bi stranan Cizîr û Silopiya silav kirin
Di aktîvîteya bi armanca piştevaniya berxwedana Cizîr û Silopiya ji aliyê Navenda Çand û Hunera Mîtanî ya Nisêbînê hat lidarxistin de bi sedan kesî bi stran û govendên berxwedanê Cizîr û Silopiya silav kirin.
ANF
MÊRDÎN
duşem, 18 rêbendanê 2016, 15:38
Di aktîvîteya bi armanca piştevaniya berxwedana Cizîr û Silopiya ji aliyê Navenda Çand û Hunera Mîtanî ya Nisêbînê hat lidarxistin de bi sedan kesî bi stran û govendên berxwedanê Cizîr û Silopiya silav kirin.
Hunermendên Navenda Çand û Hunera Mîtanî li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi armanca silavkirina berxwedana Cizîr û Silopiya aktîvîte li dar xistin. Bi sedan kesa tevlî aktîvîteya li Taxa Kişla ya ku berxwedana xwerêveberiyê lê dom dike bûn. Di çalakiyê de posterên kesên ji aliyê hêzên dewletê hatine qetilkirin û alên PKK’ê hatin vekirin, bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Silopiya”, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Bê Serok Jiyan Nabe” berxwedana Botanê silav kirin. Bi sirûdên şoreşê yên hunermendên Navenda Çandê ya Şehîd Alî Temel a Qoserê û Navenda Çand û Hunera Mîtanî ya Nisêbînê gotin ve govend hatin gerandin.
Piştî çalakiya ku ji bo zarokan jî gelek lîstik tê de hebûn, gel li dijî êrîşên dibe ku çêbibin xebatên xurtkirina bendan domandin.