Dewleta AKP’ê leşker sewqî Sûrê kir

Dewleta AKP’ê ya ku 48 roj in nikare berxwedana Sûrê bişikîne, piştî SAS, JOH û POH’ê vê carê jî tîmên taybet ên kom sor sewq kirin.

Dewleta AKP’ê ya ku 48 roj in nikare berxwedana Sûrê bişikîne, piştî SAS, JOH û POH’ê vê carê jî tîmên taybet ên kom sor sewq kirin.

Li navçeya Sûr a Amedê êrîşên terora dewletê û dorpêç di roja 48. de didome, dewleta Tirk a ku nikare berxwedanê bişkînin, piştî sewqkirina bi hezaran polîsan, vê carê jî tîmên taybet ên kum sor sewqî navçeyê kirin. Dewleta Tirk rexmê êrîşên topyekun ên ji 2’yê Kanûnê ve qetlîamên pêk tîne jî ti encaman bi dest naxe, bi beşdariya tevgera taybet ê polîsan (POH), tevgera taybet ê jendermeyan (JOH) û bi cerdevanan vê carê ji ji bo piştgirîdayîna operasyonan, 4 tîmên taybet ê kum sor sewqî herêmê hatin kirin.