KOMAW'ê ji bo çalakiyên Çarşemê banga tevlîbûnê kir

KOMAW'ê ji bo çalakiyên 20'ê Çileyê roja Çarşemê banga tevlîbûnê kir.

KOMAW'ê ji bo çalakiyên 20'ê Çileyê roja Çarşemê banga tevlîbûnê kir.

Saziya Malbatên Şehîd û Windahiyan (KOMAW) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo çalakiyên 20'ê Çileya 2016'an ên li bajarên Elmanya Dusseldorf, Frankfûrt, Hambûrg, Bremen, Hannover, Berlîn, paytexta Belçîka Bruksel, bajarê Swîsre Basel, bajarê Hollanda Den Haag, paytexta Fransa Parîs û li bajarê Îngilîstan Londonê yên li ber Konsolosxaneyên Fransayê, banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di salvegera sêyemîn a komkujiya Parîsê de li dijî zîhniyeta faşîst a bi serdestiya mêr, li Farqîn Sûr, Cizîr û Geverê jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd bi lehengî li ber xwe didin.

Di daxuyaniya KOMAW'ê de bal hat kişandin ser êrîşên topyekûn ên li dijî gelê Kurd û hat gotin: "Ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê û komkujiyên di dema berxwedana xwerêveberiyê de rû didin, li cihên çalakiyên edaletê yên roja Çarşemê tên lidarxisitn, wê çalakiyên protestoyî pêk werin. Em bang li malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe dikin, ku xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin û bi xurtî beşdarî çalakiyên edaletê yên li ber Konsolosxaneyên Fransayê bibin."

Li gorî daxuyaniyê, cih û dema çalakiyan bi vî rengî ye:

DEM: 20.01.2016 - ÇARŞEM

Elmanya: Dusseldorf, Frankfûrt, Hambûrg, Bremen, Hannover, Berlîn

Belçîka: Bruksel

Swîsre: Basel

Hollanda: Den Haag

Fransa: Parîs

Îngilîstan: London, li pêş Konsolosxaneya Fransayê