Li Nisêbînê 2 wesayîtên zirxî hatin rûxandin

YPS'ê li navçeya Nisêbînê bi roketan 2 wesayîtên zirxî rûxandin. Têkildarî windahiyên can agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) li Taxa Zeynel Abîdîn a navçeya Nisêbîna Mêrdînê li hemberî tîmên taybet ên dixwestin taxê dorpêç bikin, çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de wesayîtên zirxî yên TOMA û Akrep derbe xwarin. Her du wesayîtên zirxî jî bêkêr bûn. Piştî wesayîtan derbe xwar ji cihê bûyerê bi alîkariya wesayîtên zirxiyên din hatin kişandin. 

Di êrîşê de derbarê windahiyên can de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. 

Li navçeyê dem bi dem dengê çekan û teqînan bilind dibe.