Konferansa ‘Ji bo qelen, pevjîna bi zorê û ji kuştinên di bin navê namûsê re na’ hat lidarxistin
Li Navenda Civîna Jinan a ÛTAMARA konferansek bi mijara ‘Ji bo qelen, pevjîna bi zorê û ji kuştinên di bin navê namûsê re na’ hat lidarxistin.

Projeya ÛTAMARA ya ku sala 2014’an di çarçoveya ‘Ji bo qelen, pevjîna bi zorê û ji kuştinên di bin navê namûsê re na’ de da destpêkirin, duh konferansek hat lidarxistin. Dawîbûna projeyê di konferansê de bi sînevziyon û bi axaftina xebatkara ÛTAMARA Sendra Kreîl berdewam kir.
Bi beşdarbûna 50 jinan, konferans hat lidarxistin. Li ser navê Tevgera Îslamî Hatîce Tûrhalî, Rojnamevan Aysel Avesta, nûnera ÛTAMARA Amara Guneş û Nûnera Meclîsa Jinan a Êzidiya Sebriye Sevgat di konferasê de axivîn.
Di gotûbêjên di konferasê de hatin kirin, hat lihevkirin ku ji bo demek dirêj kampanyayê bidomînin.
Hat ziman ku li hember qelen, pevjîniya bi zorê û kuştinên di bin navê ‘namûsê’ de avakirina berxwedanak hevpar a çanda civakî, pêwîstî bi kampanyayek nû bê avakirin heye. Di çarçoveya kampanyayê de bi semîner, civînan û pêwîstî bi çalakiyan heye. Hat diyarkirin ku tenê bi vî awayî di demek dirêj ji bo neslên nû jin ne alavek e, jin ne malê ti kesî ye, wê pêşî lê were girtin.