Cenazeyê Yuksekbag bi dirûşman ve hate oxirkirin

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Nuran Yuksekbag (Dorşîn Garzan) ya ku di 12'ê çileyê de li navçeya Qoserê hate qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hat oxirkirin.

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Nuran Yuksekbag (Dorşîn Garzan) ya ku di 12'ê çileyê de li navçeya Qoserê hate qetilkirin ji aliyê hezaran kesan û li ser milê jinan bi dirûşmayên “Tekoşîn Berxwedan Rêya Me Rêya Şehîdan” hat oxirkirin. 

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Nuran Yuksekbag (Dorşîn Garzan) ku di 12'ê çile de li navçeya Qosera Mêrdînê hate qetilkirin ji aliyê hezaran ve hate defînkirin. Cenazeyê Yuksekbag pîştî kar û barên otopsiyê ji Amedê hate girtin û ber bi Sêrtê ve xistin rê. Cenaze ji aliyê sedan kes ve li Tesîsa Çîçekê hate pêşwazîkirin û bi konvoyeke mezin heya bajaroka Comaniyê birin. Dema ku cenaze kete gund ji aliyê leşkeran ve bê hincet hate rawestandin û fermandarê leşkeran destur neda ku cenaze bikeve gund, bi deqiqeyan cenaze hate rawestandin. Parlamenterên HDP'ê yên Sêrtê Besîme Konca, Kadrî Yildirim, Hevşaredarê Sêrtê Tuncay Bakirhan, nûner û rêveberên HDP, DBP'ê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê jî di navê de hezaran welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî ku destûra derbasbûnê cenaze anîn gund.

DARBESTA YUKSEKBAG JINAN HILGIRTIN

Pîştî wecbeyên olî jinan cenazê Yuksekbag li ser milê xwe heya goristanê birin. Di meşê de pankarta li ser wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Fermandarê PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Agîd) hate vekirin. Girseyê di meşê de bê navbere dirûşmeyên wek "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namîrin", "Ey Şehîd Rêya Te Rêya Me Ye" û "Ey Şehîd Xwîna Te li Erdê Namîne" qîr kirin. Pîştî ku cenazeyê Yuksekbag hate definkirin ji bo kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate giritin û sirûda "Çarxa Şoreşê" hat xwendin. 

Pîştî ku cenaze hate definkirin birayê Yuksekbag, Abdulvahap Yuksekbag li ser navê malbatê axivî û got ku xwîşka wî şehîda gelê Kurdistanê ye.

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca jî di merasîmê de anî ziman ku Yuksekbag ji bo azadiya gelê Kurd ev 13 sal in têdikoşe û canê xwe feda kiriye. Konca got ku heya têkoşerên wek Yuksekbag û rêhevalên wê hebin wê ev têkoşîn û berxwedan jî berdewam bike. Konca diyar kir ku Nuran bi salan e di çapemeniyê de xebîtiye û pîştre berê xwe daya rêya azadiyê. 

Konca sozda têkoşerên azadiya gelê Kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Cihan tev baş dizane ku wê Kurdistan bi destê jinê azad bibe. Ji ber jin pêşengê azadiyê ne. Rêheval Nuran ji pêşenga azadiyê ye û ligel canê xwe heya dawiyê ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyaye. Em tev Nuran ji nêz ve nas dikin. Ew têkoşer û berxwederên gelê Kurd bû. Em soz didin rêheval Nuran em ê têkoşina wê berdewam bikin."

Piştî axaftinan dua hatin xwendin û girse belav bû.