‘Ji ber bavê min li dijî dewleta Tirk bi ser bilindî sekinî hat qetilkirin’

Cenazeyê Seyda Hasan Sanir (75) ê 25’ê Kanûnê li Silopiyayê dema ji bo xurekan ji zarokên xwe re bîne derket qatê 2. ê mala xwe ji aliyê tîmên taybet ên Tirk hat qetilkirin, 12 rojan li xwaringeha mala bû hedefa guleyan hat rawestandin.

Hevsera Seyda Hasan Sanir ê di êrîşên qirker ê AKP’ê de hat qetilkirin, wiha got: “Dewletê bi zanebûn hevserê min qetil kir. Ev nikarin bibin Misilman.” Kurê Sanir jî wiha ragihand: “Bavê her tim li dijî dewleta Tirk bi ser bilindî serkinî; em ê têkoşîna wî bidomînin.”

Cenazeyê Seyda Hasan Sanir (75) ê 25’ê Kanûnê li Silopiyayê dema ji bo xurekan ji zarokên xwe re bîne derket qatê 2. ê mala xwe ji aliyê tîmên taybet ên Tirk hat qetilkirin, 12 rojan li xwaringeha mala bû hedefa guleyan hat rawestandin.
Hevser Ayşe Sanir û kur Mahmût Sanir ê Seyda Hasan ê ku ji rûspiyên Botanê ye, vegotin.

‘DEWLETÊ BI ZANEBÛN QETIL KIR’

Ayşe Sanir got hevserê wê jiyana xwe fedayî gelê xwe kiribû, ragihand ku 12 rojan nikarîbûn ji cihê hatiye qetilkirin rakin. Sanir diyar kir ku hevserê wê ji aliyê gelê Silopiya dihat hezkirin, wiha got: “Ji ber pêşengiya civakê dikir ji aliyê dewletê bi zanebûn hat qetilkirin.” Sanir wiha anî ziman: “Mele Hasan mirovekî gelekî zane û xwedî çand bû. Di heman demê de ruhekî wî yê pêşengtiyê hebû. Ji aliyê tevahî gelê herêmê dihant hevkirin. Yên wî qetil kirin ên ji xwe re digotin Misilman in. Hevserê min mele bû, Seyda bû. Mele Hasan ji ber zimanê xwe, çand û welatê xwe diparast hat qetilkirin.”

Sanir bi bîr xist ku ji ber hevserê wî welatê xwe diparast ‘terorîst’ hat îlankirin, wiha domand: “Yên vê zilmê dikin zalimên Misilmanan e. Ji yên zarokna, jin û kalan qetil dikin re dibêjin ‘qatil’ ne ‘Misilman’. Yên vê bi me kirin, wê hesabên wê jî bidin.”

‘LI DIJÎ QETLÎAM Û ZILMÊ SEKINÎ; EM Ê TÊKOŞÎNA WÎ BIDOMÎNIN’

Mahmût Sanir bal kişand ku bavê wî di hedefa dewletê de bû, destnîşan kir ku dema bavê wî ji bo girtina xurekan diçû xwaringehê ji aliyê tîmên taybet hat qetilkirin. Sanir wiha dewam kir: 

“Bavê min bi salan e li dijî qetlîam û zilmên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bi serbilindî sekinî. Di tevahî cenazeyên şehîdan de, meşan de her tim di herî pêşiyê de cih digirt. Welatparêzekî baş bû. Dewletê vê dizanîbû û bi zanebûn bavê min kirin hedef.
Ji rûspiyên herêmê bû. Em ê têkoşîna wî ji cihê mayî bidomînin, bi navê tevahî şehîdên Kurdistanê soz didin. Em ê heta azadî bê van axana têbikoşin.”

...