Hevserokê HDP'ê yê Şemzînanê ev hefteyeke di hucreyê de tê ragirtin

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, polîsên Tirk ji 14'ê Çileyê û vir ve Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Şemzînanê Geylanî di hucreyê de radigirin.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Colemêrg Şemzînanê Galîp Geylanî, ku bi hinceta ragihandina 'xwerêveberiyê' di 14'ê Çileyê de hat binçavkirin, ev hefteyeke li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê di hucreyê de tê ragirtin.

Dadgeha Cezayê Giran a Şemzînanê bi îdîaya "xerakirina hevgirtin û yekparebûna dewlet û welat" û "xerakirina sîstema destûra bingehîn" biryara girtina Geylanî da. Hat ragihandin ku Geylanî li hucreyeke jêrzemîna Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê tê ragirtin.

'NAHÊLIN EM XWARINÊ JÊ RE BIBIN'

Ji xizmên Geylanî Rojhat Geylanî diyar kir ku wan di rojên destpêkê de karîbûn xwarinê jê re bibin û got, "Lê belê ev çend roj in nahêlin em xwarinê jî jê re bibin. Di vê sermayê de li cihekî nêçê radigirin. Ev yek rêbazeke cezakirinê ya cihê xwe di hiqûqê de nîne, ye." Geylanî bang li raya giştî ku haya xwe ji rewşê hebe.

Rojhat Geylanî diyar kir ku parêzer li ser mijarê bi dozgeriyê re axivîne û got, "Dozgeriyê jî îdîa kiriye rê ewle nîne, lewma li şûna şandina girtîgehê, li hucreyê tê ragirtin."