Ji ‘Ciwanên Apoyî’ banga çalakiyan

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ‘Niha ne dema axaftinê, nîqaşê ye, dema çalakiyê ye’, di serî de metropol hat xwestin ku her der veguhere qada çalakiyê.

Însiyatîfa Ciwanên Apoyî daxuyaniyek nivîskî weşand, banga çalakiyê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ‘Niha ne dema axaftinê, nîqaşê ye, dema çalakiyê ye’, di serî de metropol hat xwestin ku her der veguhere qada çalakiyê.

‘NE DEMA AXAFTINÊ DEMA ÇALAKIYÊ YE’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bang li tevahî ciwanên Kurdistan û Tirkiye, jinên ciwan dikin ku berxwedana xwerêveberiyan bilind bikin. Her kêliyê hûn disekinin, çeteyên AKP’ê li dijî gelê me biryarên qetlîam û qirkirinê digirin. Em wek ciwanan êdî em qebûl nakin ku ji aliyê rejîmên dîktatorî bên birêvebirin. Pêşengên vê pêvajoya têkoşîna jiyana azad a ku em nêzî fînala bûne, ciwan in. Em pêşengiya şoreşa xwe ya gel a mezin, şoreşa Kurdistanê bikin. Biherikin kolan, qadan û em dijmin têk bibin. Divê dewleta AKP’e ya faşîst bizanibe ku her ciwan û her jin dijminê wî ne. Divê faşîst hesabên tevahî qetlîamana bidin û niha tam dema hesabpirsînê ye. Êdî tehamula me tineye ku em li ser axa Kurdistanê agahiya înfazeke din bigirin û dijmin li Kurdistanê bibînin. Em vê nîşanî dijmin bikin.

‘RAWESTANDIN ÎXANET E’

Em bang li tevahî ciwanên welatparêz û enternasyonalîst dikin, rawestandin, sekinandin îxanet e. Rakirina dorpêçên Cizîrê, Sûrê wê bi berxwedana me gengaz be. Wek serhildana mezin a 6-7-8’ê Cotmehê, em tevahî saziyên dewletê dagir bikin, kolan bi dirûşmên me divê bilerizin, tarîtî bi agirê me pêwîst e ronî bibe. Niha tam dema ketina nav tevgerê, çalakiyê ye. Em li ser esasê mezinkirina têkoşîna tevahî berxwedêrên di berxwedana xwerêveberiyan de şehîd ketine dûbare dikin.
Niha em li qadên xwe, kî li kû derê be li wir bikeve nav tevgerê û pêşengtiyê ji gel re bike û serhildanan pêk bîne. Heta çalakiyên me negihêjin armanca xwe divê neyê rawestandin.”

Însiyatîfê bang li ciwanên welatparêz û sosyalîst ên li metropolên Tirkiyeyê jî kir wiha peyam da: “Li dijî îxanet, hevkarî û mêtingeriyê, berxwedanên Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê bi çalakî û serhildanan silav bikin. Kolan, tax, Qad wê bibin qadên berxwedan û azadiyê.”