Sariyildiz: Dewlet guleyan li me û cenazeyên me direşîne

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku gulebarana li hemberî wan hînê dewam dike û got, "Ya niha li Cizîrê diqewime, wehşet e."

Girseya gel a ji bo rakirina cenazeyan û birîndaran ber bi taxa Cûdî ve meşiya, rastî guleyên hêzên dewletê hat. Ji ber vê gulereşandinê gelek kes birîndar bûn û tê gotin, ku fikar hene hin ji birîndaran jiyana xwe ji dest dabin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku gulebarana li hemberî wan hînê dewam dike û got, "Ya niha li Cizîrê diqewime, wehşet e."

Li navçeya Şirnex Cizîrê, wehşeta dewleta Tirk li gelê Kurd dike, bênavber dewam dike. Tevî biryara 'tedbîrê' ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî, hêzên dewletê nahêlin gel cenaze û birîndarên xwe rake. Girseya gel danê vê sibehê, ber bi taxa Cûdî ve meşiya û 4 birîndar û cenazeyên Serhat Altûn, Ahmet Tûnç û Mehmet Kaplan rakir û anî kolana Nisêbînê. Lê belê hêzên dewletê li vê derê gule li girseya gel reşandin, ku di nav de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî heye. Ji ber gulereşandinê de gelek kes birîndar bûn. Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz diyar kir, ku dibe ku hin kesan jiyana xwe ji dest dabin. Sariyildiz anî ziman ku wan agahî dabûn rayedarên dewletê, lê belê tevî vê yekê jî gule li wan hatiye reşandin.

'ME AGAHÎ DAN RAYEDARAN, LÊ GULE LI ME REŞANDIN'

Sariyildiz da xuyakirin, ku tevî biryara tedbîrê ya ji bo rakirina birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dane jî operasyon qet nesekinîne û diyar kir ku duh êvarê piştî wergirtina biryara tedbîrê ew li qeymeqamiya navçeyê geriyane, lê belê bersiv ji wan re nehatiye dayîn. Sariyildiz got, "Me ji rayedaran re gotin, biryara tedbîrê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye, li wir birîndar hene, biryara tedbîrê bi cih bînin, eger hûn bi cih nînin, em ê biçin cenazeyan û birîndaran rakin. Lê belê li me guhdarî nekirin. Piştî ku em çûn û me cenaze û birîndar rakirin, li kolana Nisêbînê hêzên dewletê bi awayekî hovane gule li me reşandin."

'DIBE KU HIN KESAN JIYANA XWE JI DEST DABIN'

Sariyildiz ragihand ku heta niha herî kêm 12-13 birîndar hene û rewşa du ji van giran e, dibe ku jiyana xwe ji dest da bin. Sariyildiz da zanîn ku tevî cenazeyan ji bo xwe ji guleyan biparêzin wan xwe berdane jêrzemîna xaniyekî û hînê gule li wan tên reşandin.

'CENAZEYÊN ME LI CEM ME NE, EM ASÊ MAN E'

Sariyildiz da xuyakirin ku ev bûyerên diqewimin ancax li welatekî depotîk ê li Rojhilata Navîn biqewime û got, "Li Cizîrê niha hovîtiyeke AKP'ê heye. Tevî cenazeyên xwe em niha asê mane." Sariyildiz ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xwest, ku li hemberî dewleta Tirk tavilê bikeve nava tevgerê, ji ber ku biryara tedbîrê bi cih nîne û destnîşan kir, ku di rewşeke berevajî de wê Yekîtiya Ewropa û saziyên wê bibin şirîkê vî sûcî.