Kameramanê IMC TV birîndar bû

Kameramanê IMC TV Refîk Tekîn, ku li taxa Cûdî ya Cizîrê dema dîmenê girseya gel a diçû birîndaran rake dikişand, birîndar bû.

Kameramanê IMC TV Refîk Tekîn, ku li taxa Cûdî ya Cizîrê dema dîmenê girseya gel a diçû birîndaran rake dikişand, birîndar bû. Li gorî agahiyan, ji ber ku hêzên dewleta Tirk bi çekên giran gule li gel reşandin, gelek kes birîndar bûne.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, hêzên dewleta Tirk di êrîşan de sînoran nas nakin. Girseya ku ji bo birîndar û cenazeyan werbigire çû Taxa Cudî, ji dehan wesayîtên zirxî hate gulebaran kirin. Di gulebarana bênavber tê kirin de gelek kes birîndar bûn. Di van êrîşan de kameramanê IMC TV Refîk Tekîn jî birîndar bû. 

Hate ragihandin ku ji ber gulebaranê hejmara kesên ku birîndar bûne her ku diçe zêdetir dibe.