Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat got, "Hêzên me yên asayîşê bi xurtkirina xebatên xwe re, hewl didin pêşî li êrîş, dizî û hewldanên dejenerekirinê bigirin."
Rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê dikeve sala sêyemîn. Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê, xebat û xizmetên xwe yên ji bo civakê, ji her alî ve bi fedekariyeke mezin didomîne.
Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat, pêşketinên li qada civakî, pirsgirêkên asayîşa kantonê û alternatîfên xwe yên ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ji ANF'ê re vegot.
Berekat da xuyakirin ku li bajarên kantonê, ji bo pêşîgirtina li êrîşên di demên dawî de zêde bûne, hejmara bendên kontrolê hatine zêdekirin û got, "Me li hin bendên kontrolê guhertin pêk anîn. Ji hêzên asayîşê re di mijarên leşkerî, siyasî, civakî û asayîşê de perwerde hat dayîn.
'DI TRAFÎKÊ DE ME HIN GUHERTIN KIRIN'
Li qada trafîkê me hin guhertin kirin. Mînak; me guhertin li ser lênêrîn û mûayeneya wesayîtan kirin, di vî warî de em dixebitin. Me kir mecbûrî ku plaqeke li ser wesayîtan hebe. Me kir mecbûrî ku wesayîtên ji derveyî bajêr tên, divê xwedî belgeya destûra ketina nava bajêr bin. Ji ber ku êrîşên di demên dawî de li hemberî kantonan hatin kirin, bi wesayîtên xerîb hatin kirin."
Berekat da zanîn, ku li qada leşkerî jî; ji bo destek ji hêzên YPG û YPJ'ê re bê dayîn hêzên asayîşê di azadkirina herêmên Til Hemîs, Til Berak, Mebrûka, Hesekê û Holê de rol lîstine û got, "Hem di azadkirina van herêman de hem jî di parastina van qadan de, hêzên me yê asayîşê hewldanek bêhempa nîşan dan, şehîd jî dan.
Li qada civakî, hêzên me yên asayîşê li hemberî kesên narkotîkê bi kar tînin, difiroş in û didin firotin operasyonên bi bandor kirin, kesên vî karê dejenerekirinê dimeşînin binçav kirin û radestî edaletê kirin.
Li hemberî bûyerên diziya li mal, wesayît û kargehan ên li bajêr, hêzên me yên asayîşê bi awayekî aktîf xebitîn û kes, kesên vî karê cihê şermê ye kirine, girtine û radestî edaletê kirine. Dizî bi qasî ku mirov bêjin qet nemaye, hatiye kêmkirin.
'DEWRIYEYÊN LI BAJARAN HATIN ZÊDEKIRIN'
Hêzên me yên asayîşê bi zêdekirina dewriye û kontrolên li bajaran re hewl didin nehêlin bûyerên êrîş, dizî û dejenerekirinê rû bidin. Daxwaza me ji gelê me ew e, ku dema li rewşeke bi vî rengî rast hatin, yekser agahiyê biin yekîneyeke asayîşê ya nêzî xwe.
Li dijî bikaranîna narkotîkê hin kampanya hatin organîzekirin. Di vî warî de agahî ji ciwanan re hat dayîn û xebatên perwerdeyê hatin meşandin. Kesên li kantona Cizîrê xwestin di navbera gel de fitne û fesadiyê bikin hatin aşkerekirin û radestî edaletê hatin kirin."
Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat da xuyakirin, ku li dijî kesên dixwazin gelan berdin hev, wan tedbîrênt aybet girtine û got, "Li hemberî kesên dixwazin yekîtî û hevgirtina gelan û baweriyan ji holê rakin, hemû yekîneyên me yên ser bi desteyê, bi gel re tevgeriyan. Me xwe ji gel venegirt.
'BI CIVATÊN JI GEL Û BAWERIYÊN CUDA ME HEVDÎTIN PEK ANÎN'
Weke Desteya Karên Hundir me bi rêya heyetan bi welatiyên xwe yên ji gel û baweriyên cuda re hevdîtin pêk anîn. Ez bi xwe jî beşdarî gelek ji van civîn û hevdîtinan bûm. Di heman demê de welatiyên me yên ji gel û baweriyê cuda jî hatin serdana me.
Ji bo çareserkirina pevçûn û nakokiyên nava mirovan, me hin alternatîfên cuda afirandin. Bêyî ku bûyer biçe ber destê dadgehên gel, ji bo di nava mirovan bi xwe de bê çareserkirin, em ketin nava hewldana û ji vê re bûn çavdêr."
Berekat anî ziman ku ji bo mirovên li derveyî hêzên ewlekariyê xwedî çek in, wan agahî dan mirovan ku çekên xwe radestî hêzên asayîşê bikin û bi vî rengî dixwazin bajêr bêçek û kontrol bikin.
'JI BO GIRTIYAN EM XEBATÊN PERWERDEYÊ DIMEŞÎNIN'
Berekat ragihand, ku ji bo hîn bêhtir başkirina şert û mercên girtîgehan ew di nava hewldanan de ne û got, "Ji bo em girtiyan careke din tevlî nava civakê bikin, em wan perwerde dikin. Ji bo girtî bibin xwedî pîşeyekî me perwerde dan wan. Ji bo karibin bi malbatên xwe re bi rêk û pêk hevdîtinê bikin, me sererastkirin pêk anîn."
Berekat bang li gel kir ku alîkariyê bidin wan û got, "Em ancax bi hev re dikarin jiyana hevpar ava bikin. Em ê xebat û xizmetên xwe yên li ser bingeha biratiya gelan li her qadê bidomînin."