Li Îzmîrê ‘Însiyatîfa Sivîl a Spî’ hat avakirin

Li Îzmîrê 113 rêxistinên civaka sivîl ên di bin navê ‘Însiyatîfa Sivîl a Spî’ hatin cem hev, bi serenavê ‘Bê bertek mayîn, wê rojekê mexdûr bike. Bila mirov nemirin’ danezan weşandin.

Saziyên civaka sivîl ên di bin navê Însiyatîfa Sivîl a Spî di civîna li fabrîkaya gaza hewayê ya dîrokî hatin cem hev, danezanek hevpar weşandin. Di nav ên danezan îmze kirin de komaleyên Romanan, komaleyên Balkanan, komaleyên Elewiyan, komaleyên Astengdaran, parêzvanên mafên mirovan û gelek komaleyên xwecîhî yên Tirkiyeyê hene.

Nûnerên saziyên civaka sivîl bi vê çalakiyê ve xwestin balê bikşînin ser maxdûriyeta mirovên li Kurdistanê bi alên spî bûne hedefa guleyan li dar xistin.

Danezan, li ser navê rêxistinên civaka sivîl, Serokê Komaleya Roman a Îzmîrê û Serokê Komîsyona Însiyatîfa Sivîl a Spî Abdûllah Cistir hat xwendin.

Cistir, sedema avabûna Însiyatîfa Sivîl a Spî anî ziman. 

Cistir bal kişand ku êdî li Tirkiye mirin wek ji rêzê tên bidestgirtin, li hember vê bertek nîşan da.

...