'Bila aqûbeta Orhan nebe mîna ya Huseyîn'

Malbata Orhan Tûnç ê berî du rojan li Cizîrê bi guleya polîsan birîndar bû û DMME der barê wî de biryara tedbîrê stend, lê belê hînê ranekirine nexweşxaneyê got, "Bila aqûbeta Orhan nebe mîna ya Huseyîn."

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), têkildarî Orhan Tûnç ê ku berî du rojan bi guleya polîsan li taxa Cûdî ya Cizîrê birîndar bû, lê belê ji ber êrîşa hêzên dewletê nikare rakin nexweşxaneyê, biryara tedbîrê da.

'LI BENDA MIRINA WÎ NE'

Bavê Orhan Tûnç ê birîndar Ahmet Tûnç diyar kir ku ew ti agahiyê ji kurê xwe nagire û tevî biryara tedbîrê ya DMME jî, dewlet ji bo kurê wî rakin nexweşxaneyê tiştekî nake. Bav Tûnç got, "Ti ji rayedarên dewletê bi me re neaxivî û ti daxuyanî neda me." Bav Tûnç ragihand ku dewlet li benda mirina kurê wî ye û got, "Jiyana kurê min di rewşeke xetere de ye. Nahêlin ku kes biçe wî rake. Cîranên me ji me re gotin, ku dewleta nahêle em birîndarên xwe rakin, duh benzîn li mala me kiriye û şewitandiye. Ev dewlet çi ji me dixwaze, nizanim. Zarokên me dikuje, malên me dişewitîne. Em dixwazin ev şer tavilê biqede."

'ZAROKAN DIKUJIN'

Jinbira Orhan Tûnç Zeynep Tûnç anî ziman ku ew bi 7 zarokên xwe re bi zorê ji Cizîrê derketine û hatine navenda Şirnexê û ji ber rewşa Orhan Tûnç gelekî bi endîşe ye. Zeynep Tûnç bibîr xist ku beriya niha DMME têkildarî Huseyîn Paksoy biryara tedbîrê girtibû lê belê ji ber ku destûr nehatibû dayîn ku were rakirin, jiyana xwe ji dest dabû. Tûnç got, "Em naxwazin Orhan jî ji ber jêçûna xwînê bi heman rengî jiyana xwe ji dest bide. Em nizanin rewşa wî çi ye. Dewlet ti agahiyê nade. Bi tenê biryara tedbîrê têrê nake, bila êdî vê zilmê bisekinînin. Zarokên me dikujin. Ji vî dengê tank û topan re êdî bes e. Vê hovîtiyê êdî biqedînin."