Jin li Stewrê di pêşengtiya KJA ‘ê de bi armanca portestokirina êrîşên qirkirinê û pêkanînê qetlîamê yên li ser Kurdistanê û piştgirya berxwedana gel a xwerêveberiyê meşek lidar xistin. Meşa ku li Taxa Şenocak (Şûtê) pêk hat ji gundên der dor jî jin beşdar bûn û meş ji aliyê Jendermeyan ve li Taxa Surgucu hat astengkirin. Di bin kontrola GBT’yê de li ser israra jinan, bend hatin rakirin û destûr hat dayîn. Jinên ji gundên derdor hatin bi ketina taxê re bi sedan jin bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bê Serok Jiyan Nabe”û “Bijî Berxwedana Cizîr, Sûr û Silopiya” dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de welatiyên derdor jî ji şaneşînên malên xwe bi dirûşm û tilîliyan piştgirî dan meşê.
Piştî meşê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê yên şehîd ketin rêz hat girtin. Piştî rêzigirtinê endama KJA Gulcîhan Gultekîn axivî û ji beriya her tiştî destpêkê 3 jinên Kurd ên siyasetmedar ên li Silopiyê û hemû jinên di terora qirkirina dewleta Tirk de hatin qetilkirin bibîr anî. Gultekîn diyar kir ku weke jin ji bo jiyana azad heta dawî wê têbikoşin, soza di rêya Sêvê, Fatma û Pakîzeyê de berdewamkirina têkoşînê da.